Serokê Amerîkayê yê berê George W. Bush mir

Li gor daxuyaniya nivîskî ya ku ji Serokê 43yem ê Amerîkayê George W. Bush hat dayîn, Serokê Amerîkayê yê 41em Bush mir.

Serokê Amerîkayê yê berê George W. Bush mir

George Herbert Walker Bush di 12ê Hezîrana 1924an de ji dayik bûbû û di sala 1967an de jî wek endamê Teksasê yê meclisa nûnerên Emerîkayê dest bi siyastê kiribû.

Di sala 1971an de sefiriya Emerîkayê ya Neteweyên Yekbûyî kir.

Di sala 1976an de jî bû serokê Ajansa Saloxgeriya Navendî ya Emerîkayê CIA’yê

Di sala 1981an dema serokatiya Ronald Reagan de Bush bû cîgirê serok.

Piştî 7 salan jî Walker Bush wek 41. Serokê Emerîkayê hat hilbijartin.

4 salan serokatî kir, lê di hilbijartinên 1992an de jî li hember dijberê xwe yê Partiya Demokrat Bill Clinton têk çû û dawî li xebatên xwe yên siyasî anî.

Bûyera herî girîng a dema serokatiya Bush jî dagirkirina Kuweytê ya Saddam Husên bû.

Di sala 1990î de Saddam Husên Kuweyt dagir kiribû û Emerîkayê jî mudaxale lê kiribû û artêşa Iraqê ji wê derê derxistibû.

Yekîtiya Sovyetan jî di dema Bush de balav bûbû.

Bush demeke dirêj bû ku bi nexweşiya parkînsonê ketibû û tedawî dibû.

Dîroka nûkirinê: 01 Kanûn 2018, 17:00
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE