Serokê Çînê Şî Cînpîng ji ber ku bi Kovîd-19ê ketin ji bo Serok Recep Tayyîp Erdogan û Emîne Erdogana xanima wî peyama derbasbûnê şand.
Serokê Çînê Şî di peyama xwe da wiha got: "Li ser navê xwe û û Pîng Lîyuena xanima xwe dibêjim ku ji te û Emîne xanimê ra derbasî be, em ji bo we şifayê dixwazin."
Şî di peyama xwe da got ku Çîn ê di têkoşîna dijî Kovîd-19ê ya Tirkiyeyê da piştgiriyê bidomîne, giringiyê dide pêşxistina tekiliyên herdu welatan, ji bo hevkariya stratejîk a Çîn-Tirkiyeyê derxin asteke bilind dixwaze ku bi Serok Erdogan ra bixebite.
AA