Serokê Dewleta Bolîvyayê Morales îstifa kir

Serokê Dewleta Bolîvyayê Morales li ser daxwaza artêşê ya îstifakirina wî, daxuyand ku ji bo li welêt aştî çêbe wî ji wezîfeya serokatiyê îstifa kir

Serokê Dewleta Bolîvyayê Morales îstifa kir

Sererkanê Artêşa Bolîvyayê Williams Kaliman bi danezana ku xwend daxwaza îstifayê li Serokdewlet Evo Morales kir.

Kalîman di danezanê da wiha got:

"Li welêt pevçûn zêde bûn û ji bo ku di van pevçûnan da ewlehiya gel were peydakirin, mafê jiyana gel were garantîkirin, ji bo ku şîdet bisekine û seba parastina qencî û îstiqrara Bolîvyayê em pêşniyaz dikin ku Serokê Dewletê Evo Morales îstifa bike. Em ji gel û girseyên ku xwepêşandanan li dar dixin jî dixwazin ku ji bo xûn nerije û malbatên me ber xwe nekevin bira bûyerên tundî bi dawî bikin."

Morales îstifa kir

Evo Moralesê Serokê Dewleta Bolîvyayê li Chapareya bajarê wilayeta Cochabambayê ku çendîn roj in bûyer lê çêdibin, civîna çapemeniyê li dar xist û Alîkarê Serokê Dewletê Alvaro Garcia Linera jî beşdarî civînê bû. Morales di civînê da diyar kir, ji bo ku pêşengên mixalif Carlos Mesa û Luis Fernando Camacho zêdetir zirarê nedin gel, wî biryara îstifayê da.

Carlos Mesa û Luis Fernando Camacho çalakiyên tundî yê li welêt organîze kirin.

Li Bolîvyayê di 20ê cotmehê da hilbijartina giştî hat kirin, lê ji ber ku mixalif îdia dikin û dibêjin di hilbijartinê da hîle hat kirin, çend roj in hilbijartinê protesto dikin û ev protesto veguherîn çalakiyên tundî. Morales di tûra ewil da hilbijartin ji sedî 47,8an va qezenc kir, lê ji ber zexta hêzên ewlehiya welatê xwe îstifa kir.

AA

Dîroka nûkirinê: 12 Mijdar 2019, 16:31
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE