Alîkarê Serokê Tevgera Fethê Mehmûd el-Alûl diyar kir ku Serokê Dewleta Filistînê Mehmûd Ebas rûbirûyî zexta welatên Ereb û hawirdorên navneteweyî dibe ku bi rêveberiya Amerîkayê ra hevdîtinan bike, lêbelê Ebas vê yekê red dike.
Alûl daxuyanî da têlevîzyona fermî ya Filistînê û wiha got:
"Serok Ebas ji birayên Ereb û hawirdorên navneteweyî rûbirûyî zextên nedîtî dibe ku bi rêveberiya Amerîkayê ra hevdîtinan bike û dahata gumrikê ya ku Îsraîl dibire bistîne. Lêbelê Serok Ebas vê yekê qebûl nake. Di vê qonaxê da ya ku Filistîn dike ew e ku li dijî gefxwarinan radiweste. Herkes bi wê yekê beled e ku ew dixwazin doza Filistînê tasfiye bikin. Rêveberiya Filistînê dê tu wextî venegere rewşa berî ku kordîneya bi Îsraîlê ra da sekinandin."
Serokê Dewleta Filistînê Mehmûd Ebas piştî biryara îlhaqa hin herêmên li Şerîeya Rojava, di 19ê gulanê da ragihandibû ku ew ji hemû peyman û protokolên ku ligel Îsraîl û Amerîkayê hatine îmzekirin, vekişiyan.
AA