Serokê DYAyê Joe Biden bi Serokwezîrê Îsraîlê Yaîr Yapîd re civiya

Serokê DYAyê Joe Biden bi Serokwezîrê Îsraîlê Yaîr Yapîd re civiya

Biden di çarçoveya serdana xwe ya 13-16 temûzê ya li Îsraîl, Filistîn û Erebistana Siûdiyê de, li wîstgeha xwe ya yekem, Tel Avîva paytexta Îsraîlê bi Serokwezîrê Îsraîlê Yaîr Yapîd re civiya.

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîrtiya Îsraîlê, li otelekê, Serokwezîr Lapîd û Biden derbarê Qudsa Rojava hevdîtineke dualî li dar xistin.

Li gorî bernameya serdanê ya Serokê DYAyê Biden, dê herdu alî piştî dîdara dualî civîneke çapemeniyê li dar bixin.

Biden îro di çarçoveya serdanên xwe yên lki Îsraîlê de dê digel Serokomarê Îsraîlê Isaac Herzog jî bicive û dê Nîşaneya Şerefa Serokomariyê bistîne. Piştre jî dê digel serekê mixalefetê Binyamîn Ntanyahû bicive.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE