Piştî merasima sûndê ya ku li Kongrêsa DYAyê hat lidarxistin, Serokê DYAyê Joe Biden serdana Goristana Neteweyî Arlingtonê kir û paşê bi digel karwanê derbasî Qesra Spî bû.
Biden li pêşiya Qesra Spî ji wesayita xwe daket û li Pennsylvania Avenueê bi malbata xwe re meşiya û silav da kesên ku li benda wî bûn
Biden bi navê seroktiyê cara yekê kete Qesra Spî û piştî demeke kurt derbasî Ofîsa Oval bû.
Serok Biden dê li wêderê hejmarek gelek biryarnameyên serokatiyê îmza bike û polîtîkayên nîqaşdar ê serokê Berê Donald Trump bide îptalkirin.