Serok Erdogan bajarê qedîm ê Tirk û Îslamê Hîwe ziyaret kir

Serok Erdogan bajarê qedîm ê Tirk û Îslamê Hîwe ziyaret kir

Serok Recep Tayyip Erdogan di çarçoveya seredana xwe ya Ozbekistanê da bajarê qedîm ê Tirk û Îslamê Hîwe ziyaret kir.

Serok Erdogan piştî hevdîtinên fermî yên duh ên li paytextê Ozbekistanê Taşkentê bi rêhewayê derbasî Urgençê bû.

Erdogan ji vir jî bi rêbejayê ber bi bajarê qedîm bi rê ket.

Li vir Serokkomarê Ozbekistanê Şewket Mîrziyoyev û jina wî Zîroat Mîrzîyoyev hevaltiya Serok Erdogan û her wiha jina wî Emîne Erdoganê kirin.

Gava herdu serok ketin herêma "Keleha Hundirîn" bi pêşwaziyeke edetî ya ji çanda Tirkan hatin pêşwazîkirin.

Erdogan û Mîrzîyoyev bi hev ra li qadên dîrokî yên li deverê geriyan.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE