Serok Erdogan bi Biden re hevdîtin kir

Serok Erdogan û Biden mitabiq man ku seba xurtkirina têkiliyan mekanîzmaya hevpar ava bibe

Serok Erdogan bi Biden re hevdîtin kir

Serok Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Amerîkayê Joe Biden di çarçoveya Civîna Pêşengên G20î da li Romayê hevdîtin kir û di hevdîtinê da seba xurtkirina têkiliyên her du welatan beyana îradeya hevpar hat kirin û di vê çarçoveyê da Erdogan û Biden mitabiq man ku mekanîzmayeke hevpar were avakirin.

Li gor daxuyaniya ku ji Serokatiya Ragihandina Serokkomariyê hat dayîn, Erdogan û Biden li Romaya paytextê Îtalyayê di marja Civîna Pêşengên G-20î da hevdîtin kir.

Hevdîtin ku atmosfereke erênî da derbas bû û Erdogan û Biden li ser têkiliyên du alî û mijarên herêmî sekinîn.

Di hevdîtinê da ji bo têkiliyên Tirkiye û Amerîkayê zêdetir xurt bibin û pêş bikevin her du pêşengan îradeya xwe nîşan dan.  Di vê çarçoveyê da Erdogan û Biden mitabiq man ku mekanîzmayeke hevpar were avakirin.

Di hevdîtina Serok Erdogan û Serokê Amerîkayê Biden da gavên zêdekirina hecma bazirganiya herdu welatan hatin gotûbêjkirin, li ser tifaqa NATOyê û şirîkatiya stratejîk sekinîn, gavên ku her du welatan seba guherîna av û hewayê avêtin, bi kêfxweşî hatin pêşwazîkirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE