Serok Erdogan bi telefonê bi Putîn re axivî

Serok Erdogan bi telefonê bi Putîn re axivî

 Serok Recep Tayyîp Erdogan bi Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Putîn re bi telefonê axivî.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê ya Serokkomariyê di hevdîtina ku li ser pêngavên dê têkiliyên Türkiye-Rûsyayê pêş bixin sekinîn da mijarên herêmî jî hatin nirxandin.

Serok Erdogan di axaftinê da destnîşan kir ku li Qerebaxa Çiyayî ji bo ku xetên gihandinê yên beja û rêhesinê yên piştî Mutebaqata 11ê rêbendanê ku ji bo ji nû va tesîskirinê xebat didomin behredartir bibin pisporên Tirk û Ûris dikarin ku bi muxatabên xwe yên Azerbeycanî ra bên bal hev.

Erdogan diyar kir ku Navenda Hevpar a li Axdamê peywira çavdêrî û kontrola agirbestê bi serkeftî bi cî tîne û da zanîn ku ji bo parastina agirbesê divê di hemû mijaran da hewla hevpar bê dayîn.

Erdogan destnîşan kir ku di demek herî kurt da çareserkirina mijara Sûriyeyê berjewendiya hevpar e û divê firsenda ku li Lîbyayê ji bo aştî û îstiqrarê çêbûye neyê hebakirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE