Serok Erdogan dê biçe Îranê

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Ragihandina Serokomariyê, di çarçoveya serdana fermî de dê 7emîn Civîna Konseya Hevkariya Ast Bilind a Tirkiye-Îranê 19ê temûzê dê bi serektiya Serokomar Erdogan û Serokomar Reîsî bê lidarxistin.

Serok Erdogan dê biçe Îranê

Serokomar Recep Tayyip Erdogan li ser vexwendina Serokomarê Komara Îslamî ya Îranê Îbrahîm Reîsî, bi mebesta serdanên fermî û beşdariya 7emîn Civîna Konseya Hevkariya Ast Bilind a Tirkiye-Îranê dê 18-19ê temûzê serdana Tehrana paytexta Îranê bike.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Ragihandina Serokomariyê, di çarçoveya serdana fermî de dê 7emîn Civîna Konseya Hevkariya Ast Bilind a Tirkiye-Îranê 19ê temûzê dê bi serektiya Serokomar Erdogan û Serokomar Reîsî bê lidarxistin.

Di heman rojê de li Tehranê bi mazûmvaniya Serokomarê Îranê Reîsî, bi beşdariya Serokê Federasyona Rûsyayê Vladimîr Pûtîn dê 7emîn Cîvîna Lûtkeya Sêyanî ya bi formata Astanê bê lidarxistin û Serokomar Erdogan jî dê beşdariyê tê de bike.

Erdogan dê bi wesîleya lûtkeyê, digel Pûtîn jî dê cîvîneke dualî lidar bixe.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE