Serok Erdogan daxuyanî da ajansa nûçeyan a Çînê Şînhuayê

Serok Recep Tayyîp Erdogan: "Di mijara zêdekirina hecma bazirganiyê ya di navbera Tirkiye û Çînê da em mutabiq in."

Serok Erdogan daxuyanî da ajansa nûçeyan a Çînê Şînhuayê

Serok Recep Tayyîp Erdogan, "Di mijara zêdekirina hecma bazirganiyê ya di navbera Tirkiye û Çînê da em mutabiq in."

Erdoganê ku wê îro here Çînê beriya ziyareta xwe ya fermî daxuyaniyeke nivîskî da ajansa nûçeyan a Çînê Şînhuayê.

Erdogan got di sala 2010an da dema ew serokwezîr bû di navbera herdu welatan da hevkariyeke stratejîk hatiye avakirin û ev pêwendî wê bên xurtkirin.

Serok Erdogan anî ziman ewê di ziyareta xwe ya Çînê da li ser mijarên aborî, bazirganî, turîzm, veberhênan, ewlekarî, parastin û têkoşîna dijî terorê biaxivin, ji bilî van mijaran der barê mijarên herêmî û navneteweyî da jî ewê fikrên xwe parve bikin.

- "Veberhênerên Çînî eleqeyê nîşanî welatê me didin"

Erdogan got ew piştgiriyê didin fikrên Serokê Dewleta Çînê Şî ku ji bilî pêşvabirina ragihandin, têkiliyên çandî û beşerî û wiha dewam kir: "Di mijara zêdekirina hecma bazirganiyê ya di navbera Tirkiye û Çînê da em mutabiq in. Gelek ber û berhemên Tirkiyeyê bi taybetî jî yên çandiniyê ketin bazara Çînê. Veberhênerên Çînî eleqeyê nîşanî welatê me didin. Hevkariya me ya turîzmê pêşva diçe, herdu gel ziyaretên xwe didomînin. Wek ku min berê jî behs kiribû di navbera Hewldana Me ya Korîdora Navîn û Hewldana Rê ya Çînê da ahengek heye. Bi saya vê ahengê em li Asyaya Navîn û Afrîkayê li ser erdnigariyek fireh dikarin bi Çînê ra hevkariyê bikin."

Serok Erdogan got bi saya ziyaretên di navbera herdu welatan da ew li ser mijarên zêdekirina hevkariyê diaxivin û wiha pê da çû: "Ez wisa bawer dikim bi saya van hevdîtinan ên bi dostên me yên Çînî ra têkiliyên siyasî, çandî, bazirganî wê pêşva biçin û emê vê bibînin."

AA

Dîroka nûkirinê: 03 Tîrmeh 2019, 10:33
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE