Serok Erdogan ji bo dayîna serxweşiyê Kuweyt ziyaret kir

Erdogan bi Şêx Newaf el-Ehmed el-Cabîr es-Sebahê Mîrê Kuweytê yê piştî mirina Sebah el-Ehmed el-Cabîr es-Sebahê hefteya borî miribû dest bi wezîfeyê kiribû ra hat ba hev û serxweşî da wî.

Serok Erdogan ji bo dayîna serxweşiyê Kuweyt ziyaret kir

Serok Recep Tayyîp Erdogan bi TURa teyareya taybet va di saet 12.25an da hat Kuweytê.

Dema Serokomar Erdogan hat Balafirgeha Mîrektiya Kuweytê, Şêx Newaf el-Ehmed el-Cabîr es-Sebahê Mîrê Kuweytê, Şêx Elî Cerrah es-Sebahê Serokê Dîwana Mîrektiya Kuweytê, Xalid el-Ebdillah es-Sebahê Midûrê Protokolê yê Mîrektiya Kuweytê, Ayşe Hîlal Sayan Koytaka Balyoza Kuweytê ya Tirkiyeyê û rayedarên din pêşwaziya wî kirin.

Erdogan bi Şêx Newaf el-Ehmed el-Cabîr es-Sebahê Mîrê Kuweytê yê piştî mirina Sebah el-Ehmed el-Cabîr es-Sebahê hefteya borî miribû dest bi wezîfeyê kiribû ra hat ba hev û serxweşî da wî.

Berat Albayrakê Wazîrê Xezîne û Darayiyê, Mehmet Kasapogluyê Wezîrê Spor û Ciwaniyê, Hulusî Akarê Wezîrê Parastina Neteweyî, Hakan Fîdanê Serokê MÎTê, Fahrettîn Altunê Serokê Ragihandinê û Îbrahîm Kalinê Berdevkê Serokomariyê jî bi Erdogan ra hatin Kuweytê.

- Serok Erdogan ji Kuweytê bi rê ket

 Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan bi TURa teyareya taybet di saet 13.10an da ji bo ku here Qeterê ji Kuweytê bi rê ket.

Xalid el-Ebdillah es-Sebahê Midûrê Protokolê yê Mîrektiya Kuweytê, Ayşe Hîlal Sayan Koytaka Balyoza Kuweytê ya Tirkiyeyê û rayedarên din li Balafirgeha Mîrektiya Kuweytê Erdogan bi rê kir.

Berat Albayrakê Wezîrê Xezîne û Darayiyê, Mehmet Kasapogluyê Wezîrê Spor û Ciwaniyê, Hulusî Akarê Wezîrê Parastina Neteweyî, Hakan Fîdanê Serokê MÎTê, Fahrettîn Altunê Serokê Ragihandinê û Îbrahîm Kalinê Berdevkê Serokomariyê jî bi Erdogan ra çûn Qeterê.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE