Serok Erdogan li Angolayê bi merasima fermî hat pêşwazîkirin

Serok Erdogan li Angolayê bi merasima fermî hat pêşwazîkirin

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li Luandaya paytextê Angolayê ji aliyê Serokkomarê Angolayê Joao Manuel Gonçalves Lourenço va bi merasima fermî hat pêşwazîkirin.

Seba Erdogan di Qesra Serokkomariyê da merasim hat lidarxistin. Dema ku Serok Erdogan ji wesayîta miqam peya bû, Serokkomar Lourenço Erdogan pêşwazî kir.

Piştî ku Erdogan û Lourenço li qada merasimê cihê xwe girtin, muzîka sirûdên her du welatan hat lêxistin. Serokkomar Erdogan bi Lourenço ra qiteya merasimê kontrol kir û silav da qiteya merasimê.

Piştî ku Serok Erdogan û Lourenço heyetên xwe bi hev dan nasîn, top hat avêtin.

Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Siruştî Fatîh Donmez, Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar, Wezîrê Bazirganiyê Mehmet Muş, Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk, Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Efkan Ala, Serokê Ragihandina Serokkomariyê Fahrettîn Altun û Berdevkê Serokkomariyê Îbrahîm Kalin jî beşdarî merasimê bûn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE