Serok Erdoğan li Emerîkayê ye

Erdoğan dê beşdarî 73. hevdîtinên Lijneya Giştî yên NY’yê bibe...

Serok Erdoğan li Emerîkayê ye

Serok Recep Tayyip Erdoğan dê ji Emerîkayê re qala nerazîbûna vê yekê bike.

Erdoğan bi rojeveke tijî dê li New Yorkê civînan bike. Rewşa li Sûrİyeyê û ya penaberan û êrîşên ekonomîk ên li dijî Turkiyeyê çend ji wan meseleyan in. Baş e, gelo Erdoğan dê bi serokê Emerîkayê Donald Trump re bicive an na. Erdoğan got “ger daxwazek were em ê binêrin.”

Erdoğan bi rojevên girîng ên wek Îdlibê berê xwe da Emerîkayê.

Serok Erdoğan ji bo çareseriya siyasî ya krîza Sûriyeyê çû Emerîkayê. Pirsgirêka herî mezin ew e ku li rojhilatê firatê di bin kontrola hevpeymanê me de teror mezin dibe. Li ser çareseriya krîza sûriyeyê gavên baş tên avêtin û ji bo bi temamî ev teror bi dawî bibe jî divê gavên hewce werin avêtin.

Serok Recep Tayyip Erdoğan dê li Emerîkayê beşdarî 73. hevdîtina lijneya giştî ya Neteweyên Yekbûyî bibe. Di 25’ê îlonê de Erdoğan dê bangî lijneya giştî bike.

Di axaftina xwe de ez ê balê bikişînin ser krîzên mirovî ku dilê me pê diêşe. Ji bo ku pirsgirêk werin çareserkirin ez ê bang bikim.

Beriya lijneya giştî ya li New Yorkê dê Erdoğan beşdarî bernameya Peymana Astbilind a Penaberan a Kûrewî bibe.

Erdoğan li wê derê wê behsa hewla Tirkiyeyê ya ji bo penaberên Sûriyeyê bike.

Berprisiyariya me ya mirovî ye ku em pirsgirêkên xwîşk û birayên me yên Sûriyeyî bînin rojevê û ji bo dawîlêhatina zilmê hewlekê bidin.

Erdoğan li New Yorkê dê ligel sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres bicive.

Him ligel sekreterê giştî him jî ligel serkirdeyên din dê li ser peymana Soçiyê ya Îdlibê biaxive. Tirkiye ji piştgiriya çekan a Emerîkayê ku dide rêxistina terorî YPGê pir aciz e.

Serok got ew ê bertekên xwe ji serkirdeyan re bibêje.

Gelo Erdoğan û Trump dê hevdu bibînin an na? Ger ji aliyê Emerîkayê ve daxwazek werê em ê binirxînin.

Serok Erdoğan di çarçoveya serdana xwe de dê bi veberhênerên Emerîkayî û karsazan re bivice. Piştre dê bang bike ku li Tirkiyê veberhênanan bikin.

Serok Erdoğan ji New Yorkê dê derbasî Berlînê bibe.

Di navebera 27 û 29ê Îlonê de em ê biçin Elmanyayê. Rojeva me ya sereke ew e ku em dawî li heyama çend salên berê bînin.

Dîroka nûkirinê: 24 îlon 2018, 10:45
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE