Serok Erdogan li Fuzuliyê beşdarî merasima xîmdanîna çêkirina rêbejayê bû

Serok Erdogan li Fuzuliyê beşdarî merasima xîmdanîna çêkirina rêbejayê bû

Serok Recep Tayyip Erdogan, li bajarê Fuzuliyê yê ku Azerbeycanê ji dagiriya Ermenistanê rizgar kir, beşdarî merasima xîmdanîna çêkirina rêbejayê bû.

Jinên bi cilûbergên herêmî bo bîranîna rojê, mifteya sembolîk a Balafirgeha Navneteweyî ya Fuzulî bi diyarî dan Serok Erdogan û Serokkomarê Azerbeycanê Îlham Aliyev.

Piştî lênihêrîna balafirgehê, herdu serok beşdarî merasima çêkirina rêbejaya Ahmetbeylî-Fuzulî-Şûşa û Ehmedbeylî-Horadiz-Minciwan-Axbendê bûn.

Erdogan û Aliyev ji peywirdaran der heqê xebatan da agahî wergirtin û dû ra pê li butonê kirin û xercê ewil ê înşaeta rêbejayê vala kirin.

Serok Erdogan û Serokkomarê Azerbeycanê Aliyev deqa ku bo bîranîna rojê îmze kirin, di hundirê kapsulê da avêtin nava xercê rê.

Îfadeya li ser deqê jî wiha bû, "Bi destê Serokkomarê Azerbeycanê Îlham Aliyev û Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan xîmê otorêya Horadiz-Cebrayil-Zengilad-Axbendê (Korîdora Zengezûrê) hat avêtin. 26ê Cotmeha 2021ê."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE