Serok Erdogan li Pakistanê ye

Serok Erdogan ji bo hevdîtinên fermî bi balafira taybet "TUR"ê bi dema Türkiyeyê di 14.30î da gihîşt İslamabada paytextê Pakistanê.

Serok Erdogan li Pakistanê ye

Serok Recep Tayyîp Erdogan ji bo hevdîtinên fermî bi balafira taybet "TUR"ê bi dema Türkiyeyê di 14.30î da gihîşt Îslamabada paytextê Pakistanê.

Serok Erdogan li Baregeha Asîmanî Nûr Xanê ji aliyê Serokwezîrê Pakistanê Îmran Xan, Wezîrê Berpirsê Karûbarên Aboriyê yê Federal Hamad Azer û Midûrê Giştî yê Protokolê yê Wezareta Karên Derva ya Pakistanê Mûrad Eşref Janjua û herwiha Balyozê Türkiyeyê li Îslamabadê Îhsan Mustafa Yurdakul û peywirdarên din hat pêşwazîkirin.

Emîne Erdogana jina Erdogan, Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Siruştî Fatîh Donmez, Wezîrê Xezîne û Darayiyê Berat Albayrak, Wezîra Bazirganiyê Ruhsar Pekcan, Wezîrê Gîhandin û Binesaziyê Mehmet Cahît Turhan, Serokê Ragihandinê Fahrettîn Altun û Berdevkê Serokkomariyê Îbrahîm Kalin jî bi Erdogan ra hatin Îslamabadê.

Serokomar Erdogan bi wesayîta ku Serokwezîrê Pakistanê Îmran Xan ajot, ji balafirgehê çû avahiya Serokwezîriyê.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE