Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron bi têlefonê axivîn.
Di daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê da hat diyarkirin Erdogan û Macron ji xeynî pêwendiyên Tirkiye û Fransayê mijarên şerê di navbera Ukrayna-Rûsyayê da, serlêdana Swêd û Finlandiyayê ya ji bona endamtiya NATOyê û meseleyên herêmî gotûbêj kirin.
Hat diyarkirin Erdogan di axaftina xwe da diyar kir ku hêvî dikin di demeke nêzik da di navbera Ukrayna û Rûsyayê da aştiyeke adil çêbe û got ku di vî warî da ji bona herdu dewletan rêya diplomasî û diyalogê pêşniyaz dikin.
Li gor agahiyan Serokomar Erdogan ji Macron ra got ku pêwendiyên ku Swêd û Finlandiya bi sazî û şexsên di bandora PKK/YPGya rêxistina terorê da ra datînin bi rihê mutefîqiya NATOyê ra li hev nakin.
AA