Serok Erdogan piştî Lûtkeya Lîderên G20ê civîneke çapemeniyê li dar xist

"Me derbarê piştekên ku PKK/PYDya rêxistina terorê ya ku ji DYAyê distînin xemgîniya xwe jê re ragihand. Ez bawerim dê pêvajoya ji îro pê de wisa dewam nake."

Serok Erdogan piştî Lûtkeya Lîderên G20ê civîneke çapemeniyê li dar xist

Serokê Komara Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan got, "Aboriya kurewî herçiqas sala 2021ê xwe da be hev jî lê dîsa jî aboriyên me ji meydanxwendinên ber biçav re rûbirû ye."

Serokomar Erdogan piştî Lûtkeya Lîderên G20ê ya ku li Navenda Kongreyê ya Nuvolayê hat lidarxistin, civîneke çapemeniyê li dar xist

Erdogan derbarê abaoriya kurewî de wiha got, "Aboriya kurewî herçiqas sala 2021ê xwe da be hev jî lê dîsa jî aboriyên me ji meydanxwendinên ber biçav re rûbirû ye. Saziyên ku kontrola pergala fînansa kurewî di destê xwe de digirin, pêdivê ji manîpulasyonên siyasî yên ku ti mebesta wan a maqûl abaoriyê tune re nebin alet."

Serokomar Erdogan ji bo aşiya cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) wiha got, "Domandina qewmiyetçitîya aşiyê bi rêbazên curbicur, li qada navneteweyî rûbirûmana aşiyên ku ji alliyê WHOyê ve tê naskirin bi cudakariyê, nayê qebûlkirin."

Erdogan bal kişand ser piştevaniya çek a DYAyê ji bo rêxistinên terorê û got, "Me derbarê piştekên ku PKK/PYDya rêxistina terorê ya ku ji DYAyê distînin xemgîniya xwe jê re ragihand. Ez bawerim dê pêvajoya ji îro pê de wisa dewam nake."

Serokomar Erdogan li ser hevdîtina bi Serokê DYAyê Joe Biden re û wiha got, "Modernîzasyona F-16yên di destê me de yan jî dana F-16yên nû jî hat rojevê. Wezîrên me yên Parastinê pêvajoyê dişopînin."

Erdogan: ji bo pêla nû ya koçê ji Efxanistanê got, "Em tedbîrên xwe distînin, di vî warî de em ne di wê niyetê de ne deriyên xwe ji koçê re vekin."

Serokomar Erdogan herwiha li ser nîqaşên ku dê Yekîtiya Ewropayê (YE) artêşa xwe ava bike got, "Ev projeke wisa ye ku çênabe ne mumkun e."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE