Serok Erdogan replîkaya kevirê çik ê Girê Mirazan ku li hewşa NYyê tê pêşandan ziyaret kir

Serok Erdogan replîkaya kevirê çik ê Girê Mirazan ku li hewşa NYyê tê pêşandan ziyaret kir

Serok Recep Tayyip Erdogan, replîkaya kevirên çik ên Girê Mirazan ê ku mîrata 12 hezar salan a Anadoluyê ye û li binkeya Navenda Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) tê pêşandan, ziyaret kir.

Ji bo temsîla Girê Mirazan ê ku sala 2018an li Lîsteya Kelepora Cihanê ya UNESCOyê hat zêdekirin, qopyeya bi rêjeya 1/2 piçûkkirî ya kevirê çik ê P18 ê form T li hewşa NYyê hat pêşandan.

Serok Erdogan piştî ku xîtabî Lijneya Giştî ya NYyê ya 76emîn kir, replîkaya kevirê çik ê ku li hewşa NYyê tê pêşandan ziyaret kir.

Wezîrê Çand û Turîzmê Mehmet Nurî Ersoy, Wekîlê Serokê Giştî yê AK Partiyê Binali Yildirim, Serokê Lijneya Giştî ya NYyê ya 75emîn Volkin Bozkir, Berdevkê Serokkomariyê Îbrahîm Kalin û Nûnerê Tirkiyeyê yê Mayînde yê li NYyê Ferîdun Sinirlioglu jî di ziyaretê da hevaltiya Erdogan kirin.

Replîkaya kevirê çik bû berhema duyemîn a ji serdema antîk a Anadoluyê ku li binkeya NYyê tê pêşandan.

Kevirên çik ên Girê Mirazan dê bi awayekî mayînde li NYyê bên pêşandan.

Berhema replîka ji kevirê kirêcê bi destê arkeolog û peykertraş ê Rihayî Ahmet Demirtaş û ekîba wî va di 2 mehan da hat traşkirin û xilaskirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE