Serokê Filistinê Mehmûd Ebas destnîşan kir ku plana qaşo aşitiyê ya Rojhilata Navîn a rêveberiya Donald Trump "dê aşitî û istiqrarê neyîne herêmê" û dê wê teklîfa İsrail û DYAyê qebûl nekin.
Ebas li Konseya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (UNSC) beşdarî rûniştina ku pirsa İsrail-Filistinê û plana qaşo aşitiyê ya ku Serokê DYAyê Donald Trump ragihandibû tê de tê gotûbêjkirin bû.
Serokê Filistinê Ebas di axaftina xwe ya li wêderê plana qaşo aşitiyê ya İsrail û DYAyê red kir.
Ebas got, "Ew plan dê aşitî û istiqrarê neyîne herêmê. Ji loma em qebûl nakin û emê li dijî sepandina wê derkevin."
Serokê Filistinê Ebas wiha pê de çû:
"Aşitî hê jî mumkun e, dikare were. Ji bo hevkariyeke di rêya aşitiyeke berfireh û mayinde de ez li vêderê me. Heke İsrail li gorî parametreyên navneteweyî ji aşitî û mizakereyan re amade be, ez jî ji bo mizakereyan amade me."
AA