Serokê Giştî yê Konseya Tirkan daxuyaniya Bîden ya der barê bûyerên 1915an da şermezar kir

Serokê Giştî yê Konseya Tirkan daxuyaniya Bîden ya der barê bûyerên 1915an da şermezar kir

Serokê Giştî yê Konseya Tirkan Baghdad Amreyev der barê îdiaya "qaşo komkujiyê" ya ku Serokê Amerîkayê Joe Bîden di daxuyaniya xwe ya der barê bûyerên 1915an da bi kar anî da got: "Ez daxuyaniya Serokê Amerîkayê şermezar dikim. Bi armancên siyasî an jî bo ji nû va nivîsandina dîrokê hewldana tehrîfkirina dîrokê û vê yekê ji bo zexta siyasî bikaranîn ne rast e. Ez wisa bawer dikim evê di navbera welêt û gelan da dijberiyê zêdetir bike û wê li herêma me rê li ber aştî û îstiqrarê bigire."

Amreyev der barê mijarê da daxuyaniyeke nivîskî weşand û xemgîniya xwe anî ziman.

Amreyev anî ziman divê der barê welêt û gelan da ji ber armancên siyasî daxuyaniyên bê bingeh yên eleqeya wan bi dîrok, zanist û hiqûqê ra tune neyên dayîn û ew neyên darizandin.

Amrayev wiha dewam kir: "Bûyerên 1915an divê bi rêya belgeyên navneteweyî û hiqûqa navneteweyî bi awayekî zelal û adil bên lêkolînkirin. Ez daxuyaniya Serokê Amerîkayê şermezar dikim. Bi armancên siyasî an jî bo ji nû va nivîsandina dîrokê hewldana tehrîfkirina dîrokê û vê yekê ji bo zexta siyasî bikaranîn ne rast e. Ez wisa bawer dikim evê di navbera welêt û gelan da dijberiyê zêdetir bike û wê li herêma me rê li ber aştî û îstiqrarê bigire."

Amrayev got Tirkiye hewl dide der barê vê mijarê da Komîsyoneke Dîrokê ya hevpar ava bike û arşîvan veke ku ev xebat hewceyê pesindayînê ne û tevgereke erênî nîşan didin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE