Serokê HKIyê Barzanî got divê NY êrîşên dijî Hewlêrê cidî bibîne

Komeke bi navê ''Saraya Ewliya ed-Dam" a ku di çalakiyên li Iraqê da navê wê nehatiye bihîstin êrîşa roketê hilda ser xwe.

Serokê HKIyê Barzanî got divê NY êrîşên dijî Hewlêrê cidî bibîne

Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî bangî Neteweyên Yekbûyî (NY) kir ku divê êrîşên roketê yên ku dih Hewlêrê hedef girtin cidî bên dîtin û xetere ji holê bê rakirin.

Li gor daxuyaniya nivîskî ya Ofîsa Serokatiyê ya HKIyê Barzanî êrîşa roketê ya dijî Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê ya ku bû sedema kuştina mirovekî û Amerîkayî jî di nav da birîndarbûna 9 kesan, bi tundî şermezar kir.

Barzanî ji bo ku êrîş cidî bên dîtin bangî Konseya Ewlehiyê ya NYyê û NYyê kir û ragihand ku ji bo pêşîlêgirtina êrîşên dijî gelê Herêma Kurdistanê hikûmeta navendî ya Iraqê divê bê teşwîqkirin ku madeya 140emîn a der barê herêmên binîqaş da û Destûra Bingehîn tetbîq bike.

Barzanî xwest ku Serokwezîr û Serfermandarê Iraqê û Fermandariya Hêzên Koalîsyona Navneteweyî ya li Iraqê mekanîzmaya hevpar a bi HKIyê ra ya di mijara eskerî da ji nû va bixe fealiyetê û got ku "Pêşmerge, polês, artêşa Iraqê û yekîneyên ewlehiyê bila bi hêzên koalîsyonê ra hevpar tevbigerin û di nav piştevaniyê da bin."

Serokê Herêma Kurdistanê Barzanî diyar kir ku di navbera aliyên navborî da ji ber tunebûna piştevanî û hevkariyê hebûna hin komên dervayî bin kontrola hikûmeta navendî ya Iraqê da li herêmê dibe sedema bêîstiqrarî û tehdîda êrîşa dijî HKIyê ya daimî.

Barzanî herî dawîn ji bo dîtin û cezakirina kiryarên êrîşê ji Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî xwest ku bi awayekî lezgîn komîsyoneke lêpirsînê ya hevpar bê avakirin.

- Komeke nayê naskirin berpirsyariya êrîşê hilda ser xwe

Ji hêla din va komeke bi navê "Saraya Ewliya ed-Dam" a ku di çalakiyên berê yên li Iraqê da navê wê nehatiye bihîsyin êrîşa roketê hilda ser xwe.

Komê ji ser hesabê Telegramê ya milîsên şiî yên li Iraqê ya ku nêzî Îranê ye berpirsyariya êrîşê hilda ser xwe û îdia kir ku dijî hedefên Amerîkayê yên li Hewlêrê bi 24 roketan êrîş hat kirin.

Komê di daxuyaniya xwe da ragihand ku CRAMa pergala parastina asîmanê ya ku baregeha Amerîkayê ya di nav balafirgehê da diparêze jî nekarî êrîşan berteref bike.

- Wezareta Karên Navxweyî eşkere kir ka êrîş ji ku hatiye kirin

Wezareta Karên Navxweyî ya HKIyê der barê cihê ku êrîş jê hat kirin daxuyaniyeke nivîskî da û got ku roket li ser rêya di navbera başûrê rojhilatê Mûsilê û Hewlêrê da bûne.

Di daxuyaniyê da bal kişandin ku di vê êrîşê da jî teknîkên wekî êrîşa ku di 30yê îlona 2020an da bi 6 roketan birin ser Balafirgeha Hewlêrê hatine bikaranîn.

- Êrîşa roketê ya dijî Hewlêrê

Li gor agahiyên ji çavkaniyên ewlehiyê yên Amerîkayî hatin hildan duh bi şev bi 14 roketan êrîşî Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê ya ku eskerên Amerîkayê lê bicîbûyî ne û bajêr kiribûn.

Di êrîşê da xebatkarekî bi peyman hatibû kuştin û 3 sivîl, 5 xebatkarên bipeyman û eskerekî Amerîkayê bi tevahî 9 kes birîndar bibûn.

Yekeya Antî-Terorê ya HKIyê di nav demek kurt da platforma roketê ya ku êrîş pê hat kirin û wesayîta hatiye emilandin ji ser hesabê xwe yê çapemeniya civakî parve kiribû lêbelê der barê cihê êrîşê da hûrgilî nedabûn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE