Serokê HKIyê Barzanî jo bo diyaloga li Hewlêrê bangî aliyên siyasî yên Iraqî kir

Serokê HKIyê Barzanî jo bo diyaloga li Hewlêrê bangî aliyên siyasî yên Iraqî kir

Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî bangî aliyên siyasî yên Iraqî kir ku bi mazûvaniya Hewlêrê va ew diyaloga siyasî bidin destpêkirin.

Barzanî di daxuyaniya xwe ya nivîskî da got ew rewşa siyasî û geşedanên li welêt bi fikarê dişopînin, ji bo ku pirsgirêk bên çareserkirin jî ew bang dike ku bila biîtidal diyalog bên kirin.

Barzanî destnîşan kir ku di van şertên hesas da heke rewş hê xirabtir bibe aştî, ewlehî û îstiqrar wê zirarê bibîne û wiha dewam kir: "HKI wê her tim bibe perçeyekî çareseriyê. Ji ber vê em bangî hemû aliyên siyasî yên li welêt dikin ku ji bo berjewendiyên welêt bila bên Hewlêrê li hev bikin û diyalogeke berfireh bidin destpêkirin."

Barzanî wiha dewam kir: "Em rêzê nîşanî îradeya çalakiyên aştiyane yên girseyî didin, lê li gel vê em destnîşan dikin ku parastina ewlehiya can û malê welatiyan û xebatkarên dewletê jî girîng e."

- Alîgirên Sedr li ser Herêma Kesk da girtibûn

Li Bexdaya paytextê Iraqê alîgirên Muqteda Sedrê pêşengê Tevgera Sedr ê di Cotmeha 2021ê da di hilbijartinê da serkeftî bûbû piştî ku hikûmet ava nekirûbû dev ji siyasetê berdabû. Piştî Sedr karê avakirina hikûmetê derbas, reqîbê wî Çarçoveya Kordînasyonê bûbû

Çarçoveya Kordînasyonê di 25ê Tîrmehê da daxuyandibû ku wan Mihemed Şiya Sûdanî wek namzedê serokwezîr hilbijartiye.

Piştî vê alîgirên Muqteda Sedr ji bo ku namzedê serokwezîr ê Çarçoveya Kordînasyonê Sûdanî protesto bikin derbasî Herêma Kesk bûbûn û ketibûn avahiya meclisê û çalakiya rûniştinê dabûn destpêkirin.

Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê daxuyandibû ku di bûyeran da heta niha 25 esker, jê 100 sivîl tevahî 125 kes birînda bûn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE