Serokê meclisê yê Iraqê êrîşa li Hewlêrê şermezar kir

Serokê meclisê yê Iraqê Muhemmed Halbûsî êrîşa çekdarî ya ku wezîfedarekî Serkonsolgeriya Tirkiyeyê ya li Hewlêrê tê de şehîd ket, şermezar kir.

Serokê meclisê yê Iraqê êrîşa li Hewlêrê şermezar kir

Serokê meclisê yê Iraqê Muhemmed Halbûsî êrîşa çekdarî ya ku wezîfedarekî Serkonsolgeriya Tirkiyeyê ya li Hewlêrê tê de şehîd ket, şermezar kir.

Halbûsî di daxuyaniya xwe ya nivîskî de wiha got, "Em êrîşa terorî ya ku wezîfedarên Serkonsolgeriya Tirkiyeyê ya li Hewlêrê kir armanc, bi tundî şermezar dikin. Serê malbatên qurbaniyan û gelê Tirkiyeyê sax be. Xwedê şîfayê bide birîndaran."

Halbûsî destnîşan kir ku bi wê êrîşa navborî asayiş û îstiqrara Iraqê bûye hedef û ji bo girtina sucdaran û sitendina cezaya pêwîst bangawazî li hêzên ewlekariyê kir da ku nasnameyên wan bê tesbîtkirin

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE