Serokê Meclisa Iraqê hat hilbijartin

Di hilbijartina Serokê Meclisa Iraqê da Mihemed Halbûsiyê namzedê Erebên Sunî herî zêde ray sitand û bû Serokê Meclisê.

Serokê Meclisa Iraqê hat hilbijartin

Di hilbijartina Serokê Meclisa Iraqê da Mihemed Halbûsiyê namzedê Erebên Sunî herî zêde ray sitand û bû Serokê Meclisê.

Di rûnştina îro ya ji bo bijartina Serokê Meclisê hat kirin da bi dengdayîna veşartî va ji nav 5 namzedan Mihemed Halbûsiyê namzedê Erebên Sunî ji bo Seroktiya Meclisê hat hilbijartin.

Usame Nuceyfiyê Alîkarê Serokomar ê berê, Xalid Ubeydiyê Wezîrê Parastinê yê berê, Read Dahlekî û Talal Zawbaî jî ji bo bibin Serokê Meclisê ketibûn pêşbaziyê.

Di dengdayînê da Halbûsî 169, Ubeydî 89, Nuceyfî 19 û namzedin din jî her yekî rayek sitandin. Ehmed Cuburiyê ku bibû namzed jî diyar kiribû ku ji namzediyê vekişiyaye û Xalid Ubeydî tevlî pêşbaziyê bibû.

Halbûsiyê ku heyamek berê bibû Serokê Komîteya Darayiyê ya Meclisê hetanî ku bû parlementer Walîtiya Enbarê dikir.

AA

Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE