"Serokê mizakereyê" Mandela

Ndileka Mandelaya neviya Nelson Mandela: "Nifşên nû felsefeya Mandela baş nizan in. Me jî ji ber vê ku ev felsefe baş were fehmkirin bi navê 'serokatiya wekî Mandela' li gelek ciyan konferans li dar xist in."

"Serokê mizakereyê" Mandela

Serokê navdar ê Afrîkayê Nelson Mandelayê ku li cîhanê wek "serokê mizakereyê" tê nasîn di salvegera 5emîn a mirina xwe de tê bibîranîn.

Nelson Mandelayê ku li Afrîkaya Başûr dijî rejima Apartheîdê ya nijadperest têkoşîn dida di sala 2011an de nexweş ket û di 5ê çileya pêşîn a 2013an de mir. Mandela li hember rejima Apartheîdê ya ku mirovên çêrmspî ji reşikan mezintir dibîne heta mirina xwe têkoşîn da û hewl da ku hemû kes di civakê da wekhev bijîn.

Ndileka Mandelaya neviya wî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û go ku nifşên nû felsefeya Mandela baş nizan in: "

"Di vê meseleyê da şikên me hebûn. Nifşên nû felsefeya Mandela baş nizan in. Me jî ji ber vê ku ev felsefe baş were fehmkirin bi navê 'serokatiya wekî Mandela' li gelek ciyan konferans li dar xist in. Dibe ku me trajediyên mezin dîtibin, yan jî em hêrs bibin lê em hemû mecburin bihevra bijîn."

- "Tiştên ku bi serê me hatibûn îro jî bi serê Filistiniyan tên"

Rêveberê Weqfa Mandelayê Dr. Lîaqat Azamê got ku Mandela her dem piştgirî dida têkoşîna Filistînê jî û wiha axivî:

"Li vê derê di dema rejima Apartheîdê ya nijadperest de dijî mafên mirovî gelek îxlal çêbûn. Ev îxlal îro bi şiqlekê din li Filistinê dewam dike. Tiştên ku bi serê me hatibûn îro jî bi serê Filistiniyan tên. Ji ber vê Mandela her dem piştgirî dida têkoşîna Filistîniyan ya bona serxwebûnê."

AA

Dîroka nûkirinê: 06 Kanûn 2018, 17:50
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE