Serokê îstixbarata Sûdanê îstifa kir

Serokê Îstixbarata Sûdanê Salah Ebdillah Qûş îstifa kir

Serokê îstixbarata Sûdanê îstifa kir

Serokê Îstixbarata Sûdanê Salah Ebdillah Qûş îstifa kir.

Li gor daxuyaniya Konseya Berwext a Eskerî Ebdilfetah Burhanê Serokê Konseya Berwext a Eskerî îstifaya Qûşê Serokê Îstixbaratê qebûl kir.

Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku Qûş duh êvarê îstifaya xwe pêşniyazî konseyê kir.

Li Sûdanê ji 19ê berfanbara 2018an vir da ji ber bihabûna jiyanê û ji bo reformên siyasî li kuçe û kolanan çalakî tên lidarxistin. Artêşê Serokomar Omer Beşîr ji wezîfeyê hilda û dest da ser rêveberiyê ligel vê çalakî hê dewam dikin.

- Piştî derbeyê îstifaya Ewf

Ewad bîn Ewfê Wezîrê Parastinê di 11ê nîsanê da di têlevizyona dewletê da wekî serokê Konseya Ewlekariyê ya Bilind axivî û diyar kiribû ku artêşa dest danî ser rêveberiya welêt û heyama berwext a ji bo 2 salan dest pê kir.

Lêbelê piştî ku artêşê dest danî ser rêveberiyê Ewf wekî Serokê Konseya Berwext a Eskerî son xwaribû hê ji ser sondê ra 24 saet derbas nebû ji wezîfeyê dev berda û di dewsa xwe da Ebdilfeta Burhan bijart.

Piştî ku Bîn Ewf dev ji wezîfeyê berda Burhan sond xwar û dest bi wezîfeyê kir.

AA

Dîroka nûkirinê: 13 Nîsan 2019, 16:29
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE