Serokê winda yê Interpolê îstifa kir

Interpolê eşkere kir ku Serok Ming Hongveyê ku dawiya îlonê de winda bû îstifaya xwe pêşkêş kir û serokê nû dê di 18-21ê sermawezê de bê hilbijartin

Serokê winda yê Interpolê îstifa kir

Teşkîlata Polêsan a Navneteweyî (Interpol) eşkere kir ku Serok Ming Hongveyê ku dawiya îlonê de winda bû îstifaya xwe pêşkêş kir û serokê nû dê di 18-21ê sermawezê de di Lijneya Giştî de bê hilbijartin.

Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji Interpola ku navenda wê Lyona bajarê Fransayê ye de hat diyarkirin ku Ming îstifa kir.

Di daxuyaniya ku ji Sekreteriya Giştî ya Interpolê hat dayîn hat gotin ku "Îro di 7ê cotmehê de Sekreteriya Giştî ya Interpolê ya li Lyona Fransayê demildest li ser biryara îstifayê ya Ming Hongveyê Serokê Interpolê sekinî."

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku li gor biryarên Interpolê heta ku serokê nû bê hilbijartin bi wesfê endamê lijneya birêvebirinê ya herî mezin Kîm Jong Yang peywirê hilda ser xwe û di Lijneya Giştî ya ku dê di 18-21ê sermawezê li Mîrektiyên Ereban a Yekbûyî bê kirin di Lijneya Giştî de serokê nû bê hilbijartin.

Pêr hatibû îlankirin ku Ming winda ye û hatibû ragihandin ku der barê ve de lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Hatibû gotin Mingê ku beriya ku wek Serokê Interpolê bê hilbijartin di Partiya Komunîst a Çînê de peywirên girîng hildabû ser xwe ji bo ku welatê xwe ziyaret bike di 29ê îlonê de Fransa terikand û piştî vê wextê jê xeber nehat sitandin.

Di daxuyaniya ku îro ji Komîsyona Kontrol û Disîplînê ya Navendî ya Partiya Komunîst a Çînê hat dayîn de jî hatibû ragihandin ku Mingê ku di heman demê de Arîkarê Wezîrê Ewlehiya Kamûyê yê Çînê ye bi şika ku qanûn îxlal kiriye di bin lêpirsînê de ye.

Ming di sermaweza 2016an de wek Serokê Interpolê hatibû hilbijartin.

AA

Dîroka nûkirinê: 09 Cotmeh 2018, 11:47
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE