Misteşarê Berpirsyarê Êzdiyan ê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Şêx Şemo daxuyand PKKya rêxistina terorê li Şengalê rewşê xirabtir dike û wiha got: "Ji bo ku li Şengalê aştî û aramî pêk bê divê PKK ji herêmê dûr bikeve."
Şemo der barê peymana ku di 9ê cotmehê da di navbera hikûmeta Iraqê û HKIyê da hatibû îmzekirin û mijara wê hebûna PKKyê ya li Şengala navçeya Mûsilê ye da daxuyanî da nûçegihanê AAyê.
Şemo ji ber vê peymanê kêfxweşiya xwe anî ziman û got bi saya vê peymanê herêm wê wek beriya sala 2014an bê rêvebirin.
Serokê Êzdî got li gor peymanê tu hêzeke çekdar wê li Şengalê nemîne, bi tenê polêsên Iraqê û ewlehiya herêmî wê wezîfeyê li vir bikin.
Şemo wiha axivî: "Artêşa Iraqê an jî Pêşmerge herî kêm wê 5 kîlomêtro dûr bisekinin, ewê ewlehiya navçeyê biparêzin. Ji bilî van divê tu komeke biçek nemîne. Heke li Şengalê aramî û ewlehî pêk bê, saziyên îdarî û dewletê dest bi xebatê bikin, destê alîkariyê bigîhîje wir, gelê Şengalê jî naxwaze di konan da bijî. Ew dixwazin vegerin malên xwe.
- PKK divê rê li ber peymanê negire
Şemo daxuyand PKK li Şengalê rewşê xirabtir dike û wiha got: "Ji bo ku li Şengalê aştî û aramî pêk bê divê PKK ji herêmê dûr bikeve. Ka çi xizmeta wan (PKK) ji Şengalê ra çêbûye? Çi xêra wan gihîştiye?"
Şemo got peymana di navbera Bexda û Hewlêrê wê rewşa Şengalê baştir bike û anî ziman divê PKK rê li ber peymanê negire.
- Peymana di navbera Bexda û Hewlêrê da
Di navbera Bexda û Hewlêrê da di 9ê cotmehê da peymaneke mijara wê Şengal e hat îmzekirin.
Li gor vê peymanê li Şengalê qaymeqam û ji bo şaxên din ên îdarî wê wezîfedarên nû bên tayînkirin.
Li Şengalê polêsên Iraqê, hêzên Misteşariya Ewlehiya Neteweyî û hêzên Şaxa Îstixbaratê ya Neteweyî wê bi hêzên HKIyê ra hevkariyê bikin û ewlehiya navçeyê biparêzin.
Ji bilî van hemû hêzên çekdar wê navçeyê bên derxistin. Ji bo vê 2 hezar û 500 hêzên ewlehiyêwê bên wezîfedarkirin.
- Hebûna PKKyê wê dawî bibe
Di peymanê da madeya "Hebûna PKKyê ya li Şengalê û dora wê bê dawîkirin. Li herêmê rola PKKyê û hemû hêzên girêdayî PKKyê wê tunebe." heye.
Di çarçoveya peymanê da ji bo Şendal ji nû va bê avakirin, ewlehî û rêvebirina wê bê meşandin biryar hat dayîn ku di navbera Bexda û HKIyê da komîteyeke hevpar bê avakirin.
Hêzên Şehdî Şebiyê jî li gor peymanê wê ji navçeyê derkevin.
AA