Serokatiya Amerîkayê ya Joe Bîden bi awayekî fermî hat pesendkirin

Lijneya Hilbijêran piştî hilbijartinên ku li 50 eyaletên li welêt û Washîngton DCyê di 3yê sermawezê da hatin kirin civiya û bi dengê ku dan va serokatiya Bîden tescîl kir.

Serokatiya Amerîkayê ya Joe Bîden bi awayekî fermî hat pesendkirin

 Li Amerîkayê Lijneya Hilbijêran a ku ji 538 delegeyan pêk tê bi awayekî fermî Joe Bîden wekî serokê 46emîn pesend kir.

Lijneya Hilbijêran piştî hilbijartinên ku li 50 eyaletên li welêt û Washîngton DCyê di 3yê sermawezê da hatin kirin civiya û bi dengê ku dan va serokatiya Bîden tescîl kir.

Derya Taşkina delegeya Tirk a ku cara ewil ket Lijneya Hilbijêran a Amerîkayê jî di dengdayînê da cî girt.

Bîden piştî pesendkirina serokatiyê li Wîlmîngtonê daxuyanî da û got ku "Wekî ku me seranserê dîrokê kir wext hat ku em rûpeleke nû vekin, bibin yek û baş bin."

Bîden soz da ku dê bibe serokê hemû Amerîkayiyên ku deng danê û deng nedanê û diyar kir ku demokrasiya Amerîkayê digel êrîşên Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser piyan ma.

Bîden got ku "Li amerîkayê siyasî nikarin kontrolê hildin destê xwe, gel rayeyê dide wan."

Bîden bangewaziya yekîtî û piştevaniyê ya ji bo gelê Amerîkayê dubare kir û got peywirên wî yên acîl ên wekî ku şewba vîrusa koronayê ya nû hilde bin kontrolê û alîkariya aborî pêk bîne hene.

Di rûniştina Kongreyê ya ku dê di 6ê kanûna paşîn da bi serokatiya Mîke Penceyê Alîkarê Serokê Amerîkayê bê kirin da ji bo ku dîsa bê dengdayîn wê dîsa li ser encamên dengdayîna Lijneya Bijêran bisekinin.

- Joe Bîden bi 306 delegeyan va hilbijartin qezenc kiribû

Di hilbijartina 59emîn a Serokatiya ku di 3ê Mijdarê li welêt hat kirin da Joe Bîden 306 delege qezenc kiribû û Serokê Amerîkayê Donald Trump jî 232 delege qezenc kiribû.

Di hilbijartina serokatiya Amerîkayê da ku bi pergala jê ra dibêjin "Lijneya Bijêran" va hejmara 538 delegeyan li eyaletan hatine belavkirin.

Hilbijêrên dema ray avêtinê diçin ser sindoqê namzedê serokatiyê hilnabijêrin ew ji bo endamên Lijneya Bijêran rayê didin.

Li eyaletan kîjan partî zêde rayê hilde delegeyên wê partiyê ku berê hatine kifşkirin tên hilbijartin û ew Serokê Amerîkayê û alîkarê wî/wê hildibijêrin.

Namzedê ku ji 538 gelegeyan 270yî qezenc bike heqê serokatiya Amerîkayê bi dest dixe.

Endamên Kongreya Eyelatê heke rayên Lijneya Bijêran a ku waliyên eyaleta wan dişînin erê nekin di Kongreya Amerîkayê da der heqê wê eyaletê da bi raydayîn û hevdîtinan va wê biryarê bê dayîn.

- Îtiraza Trump a ji bo encama hilbijartinê

Trump îdia kir ku "di hilbijartinan da hêle" hatiye kirin û got ku ew encamê qebûl nake û wê serî li rêyên hiqûqî bixe.

Gelek dozên ekîba Trump li eyaletan vekiribûn hatin red kirin.

Trump bertek nîşanî Dadgeha Bilind a ku sfiraziya Bîden a di hilbijartinê da betal nekir û got: "Dadgeha Bilind me rezîl dike. Xwedî tu zanebûn û wêrektiyê nîne." Di axaftinên xwe da Trump îdia kir ku di vê hilbijartina welêt da heta îro "gendeliya herî mezin" hatiye kirin.

Washîngton di serî da li gelek bajarên Amerîkayê duh çalakiyên piştevaniya bo Trumpê di hilbijartinê da têk çûbû, hatin kirin, di nav komên dijber da jî pevçûn derket û 5 kes birîndar bûn û bi dehan jî kes hatin binçavkirin.

Di çalakiyan da li îdiaya Trump a "di hilbijartinan da hîle heye" xwedî hat derketin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE