Serokkomarê berê yê Mısırê Husnî Mubarek mir

Çapemeniya Mısırê ragihand ku Serokkomarê berê yê Mısırê Husnî Mubarek ku 91 salî bû, mir

Serokkomarê berê yê Mısırê Husnî Mubarek mir

Çapemeniya Mısırê ragihand ku Serokkomarê berê yê Mısırê Husnî Mubarek ku 91 salî bû, mir

Li gorî nûçeya têlevîzyona dewleta Mısırê, Mubarekê ku ev demeke dirêj bû kêşeyên wî yên tenduristiyê hebûn, mir.

Kurê Mubarek, Ala di daxuyaniya xwe ya çendek berê da destnîşan kiribû ku bavê wî ji ber nexweşiyê di odeya unîteya nexweşiyên giran da dimîne.

Serokkomarê berê yê Mısırê ku navê wî yê tam Mihemed Husnî Sadî Mubarek e, 4ê Gulana 1928an hat dinyayê. Piştî ku Serokkomar Enwer Sedat di sûîqesdekê da hat kuştin, Mubarek sala 1981an bû Serokkomarê Mısırê û di pêvajoya ku navê "Bihara Erebî" hat lêkirin da ji ber çalakiyên gel sibata 2011an îstifa kir û peywir dewrî alîkarê xwe Omer Silêman kir.

AA

Dîroka nûkirinê: 27 Çile 2020, 17:12
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE