Serokkomarê Burkina Fasoyê Kabore bi destê eskeran hat desteserkirin

Serokkomarê Burkina Fasoyê Kabore bi destê eskeran hat desteserkirin

Hat ragihandin ku Serokkomarê Burkina Fasoyê Roch Christian Kabore li tesîsên eskerî bi destê grûbek eskeran hat desteserkirin.

Li gor nûçeyên medyaya rojava, Serokkomar Kabore duh piştî ku li hin tesîsên eskerî yên li paytext Vagaduguyê dengê çekan hat bihîstin, bi destê grûbek eskeran hat desteserkirin.

Hat gotin ku Kabore birine tesîseke eskerî.

Duh sibê li du qişleyên eskerî yên li Vagaduguyê dengê guleyan hatibû bihîstin û fikar ew bû ku ev bûyer raperîn be.

Hikûmetê daxuyandibû ku îhtimala derbeyê tuneye û rewş di binê kontrolê da ye.

Li welêt înternet hatibû birîn. Piştî daxuyaniyan grûbek derketibû derva û êrîşî avahiya Hereketa Pêşetina Gel a partiya hikûmetê kiribû.

Li ser vê ji saet 20.00î heta 05.30î derketina derva hatibû qedexekirin, dibistan 2 rojan hatibûn tetîlkirin.

Êvarê jî derdora mala Serokkomar Kabore dengê guleyan hatibû bihîstin û hatibû îdiakirin ku Kabore hatiye desteserkirin.

- Pirsgirêka terorê ku Serokkomar Kabore dixe tengasiyê

Li Burkina Fasoyê di 22yê mijdarê da li eyaleta Sanmatengayê êrîş hat kirin û 9 jê cendirme 19 kes hatibûn kuştin.

Di 14ê mijdarê da jî li herêma Sahelê êrîş hatibû kirin û di vê êrîşê da 49 jê esker 53 kes hatibûn kuştin. Piştî van êrîşan çalakî hatibûn lidarxistin ku Serokomar Kabore îstifa bike.

Ji ber ku di êrîşên terorê da li ser hev gelek esker hatin kuştin, di raya giştî da nîqaşan dest pê kiribû.

Kabore jî ji ber bertekan di 9ê berfanbarê da Serokwezîr Joseph Marie Dabire ji wezîfeyê hildabû û 2 roj şûnda Lassina Zerbo şûna wî wezîfedar kiribû.

El Qaîde û grûbên terorîst ên ku bi DEAŞê ra têkildar in, ji 2015an vir va timî ji Maliyê êrîşî bakur û rojhilata Burkina Fasoyê dikin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE