Serokkomarê Gabonê Bongo ji Riyadê derket

Serokkomarê Gabonê Elî Bango piştî konferanseke li Riyadê wenda bûbû.

Serokkomarê Gabonê Bongo ji Riyadê derket

Serokkomarê Gabonê Elî Bango piştî konferanseke li Riyadê wenda bûbû. Niha Erebistana Siûdî eşkere kir ku ew, ji welêt derketiye. Lê siûdiyan negot ka bongo bi kû ve çûye.

Ajansa Erebistana Siûdî SPAyê diyar kir serokkomarê Gabonê Elî Bongo, li balafirgeha Qral Selman a Riyadê li teyareyê siwar bûye û ji welatê wan derketiye.

Wezareta Karên Derve ya Morokoyê jî diyar kir ku Bongo bi daxwaza xwe û şîretên dixtoran, ji bo tedawiyê biryar daye ku biçe nexweşxaneyeke li Rabatê.

Elî Bongo ji bo ku li Erebistana Siûdî beşdarî Konferansa Veberhêneriya Pêşerojê bibe çûbû Riyadê. Hatibû îdîakirin ku ew miriye û yan jî felcê li wî xistiye.

Dîroka nûkirinê: 29 Mijdar 2018, 17:34
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE