Serokkomarê Iraqê Salih bangî xwepêşandêran kir "aram bin"

Serokkomarê Iraqê Berhem Salih bangî xwepêşandêran kir û got ji bo ku hikûmet reformê bike aram bin

Serokkomarê Iraqê Salih bangî xwepêşandêran kir "aram bin"

Serokkomarê Iraqê Berhem Salih bangî xwepêşandêran kir û got ji bo ku hikûmet bersivê bide daxwazên wan û reformê bike, divê ew derfetê bidin hikûmetê û aram bin.

Salih di televizyona fermî ya Iraqê da axivî û got ji bo ku qeyrana li welêt bê çareserkirin di hikûmeta Serokwezîr Adil Ebdulmehdî da hin nûkirin divê bên kirin.

Salih bangî xwepêşandêran kir û wiha got: "Ji bo ku guleyan berdin li ser xwepêşandêran fermanek nehat dayîn. Yên ku vê dikin sûcdar in û guh nadin qanûnê."

Serokkomar Salih got hêzên ewlehiyê yên Iraqê divê li hemberî kesên êrîşî welatiyan, hêzên ewlehiyê û medyayê dikin tund tevbigere û bangî gel kir ku ew li hemberî vê qeyranê hevkariyê bikin û û aram bin.

Der barê daxwazên gel ên "kar, rêlibergirtina gendeliyê û zêdekirina xizmetên kamuyê" da Salih got ev daxwazên meşrû ne, lê ji ber şerê dijî DEAŞê aborî xilas bûye.

Salih got ji bo ku ev qeyrana li wêlêt bê çareserkirin, der barê bûyerên tundiyê yên di xwepêşandanan da çêbûn divê lêpirsîn bên kirin, berpirsyar hesabê vê bidin, ji bo reform bên kirin jî çalakvan jî di nav da bi hemû aliyan ra hevdîtin bên kirin.

Li Iraqê ji 1ê Cotmehê vir va bi mebesta protestokirina "bêkarî, gendelî û mehrûmbûna ji xizmetguzariya hikûmetê" xwepêşandan tên kirin. Ji 1ê Cotmehê pê va heta niha 110 mirin û ji 6 hezarî zêdetir kes jî birîndar bûn.

AA

Dîroka nûkirinê: 08 Cotmeh 2019, 16:45
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE