Serokkomarê Somaliyê Fermacu, Serokwezîr Roble ji wezîfeyê dûr xist

Serokkomarê Somaliyê Fermacu, Serokwezîr Roble ji wezîfeyê dûr xist

Serokkomarê Somaliyê Mihemed Farmajo, Serokwezîr Mihemed Huseyîn Roble û Fermandarê Hêza Behrewaniyê Ebas Amîn Elî bi sûcdariya "gendelî" û "sûîstimalkirina malê qamuyê" ji wezîfeyê dûr xistin.

Di daxuyaniya ku ji ofîsa Serokkomariyê ya Somaliyê hat dayîn da wiha hat gotin, "Beriya ku lêpirsîna der barê Serokwezîr (Mihemed Huseyîn Roble) da kuta bibe, Serokwezîr di 26ê berfanbarê da wezîrekî parastinê yê nû tayîn kir. Heta ku lêpirsîn biqede, wezîfe û rayeyên Serokwezîr ketin asqiyê."

Di daxuyaniyê da hat gotin ku Serokkomarê Somaliyê Mihemed Farmajo, Serokwezîr Mihemed Huseyîn Roble û Fermandarê Hêza Behrewaniyê Ebas Amîn Elî bi sûcdariya "gendelî" û "sûîstimalkirina malê qamuyê" ji wezîfeyê dûr xistin.

Fermacu Roble Sûdar dike ku nikare welêt bi rê va bibe, Serokwezîr jî dibêje ku Serokkomar hilbijartinê bi qestî taloq dike.

Li Somaliyê namzedên serokkomariyê yên mixalif gotin ku li welêt hilbijartina meclisê ji şefafiyê bê par e û loma di 1ê berfanbarê da biryara boykotê dabûn.

Ji ber ku li welêt hilbijartin derengî dikeve, bûyerên tundî derketin. Piştî ku Serokwezîr Roble pêvajo dewr hilda, tansiyon kêm bûbû, lê piştra di navbera Roble û Serokomar Fermacu da nîqaşên rayeyê dest pê kiribû.

Hilbijartina Meclisa Gel di 16ê mijdarê da dest pê kiribû.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE