Serokkomarê Îsraîlê Isaac Herzog ji bo hevdîtinên fermî, hat Enqereyê.
Balafira ku Herzog û heyeta pê ra lê siwar bûn li Balafirgeha Esenbogayê danî.
Berdevkê Serokkomariyê Îbrahîm Kalin û rêvebirên pê ra li balafirgehê çûn pêşiya heyeta ji Îsraîlê hat.
Serdana Herzog a li Tirkiyeyê wê 2 rojan dewam bike. Serokkomarê Îsraîlê Herzog wê here serdana Anitkabîrê û paşê jî li Qesra Serokkomariyê ji alî Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan va wê bê qebûlkirin.
Di navbera heyetên herdu dewletan da jî li Qesra Serokkomariyê wê hevdîtin bên kirin û Serokkomar Erdogan û Herzog wê bi hevparî civîna çapemeniyê li dar bixin.
Li gor daxuyaniya ku Serokatiya Ragihandinê ya Serokkomariyê weşand ziyaret di 9-10ê Adarê da wê bê kirin.
Serokomar Erdogan piştî hevdîtinan wê ji bo xatirê Herzog li Qesra Serokkomariyê şîvê bide û Herzog jî paşê wê derbasî Stenbolê bibe.
Serokkomarê Îsraîlê Herzog li Stenbolê jî wê bi endamên cimaetên cihû ra wê bê bal hev.
Ji sala 2008an vir va cara ewil e ku ji Îsraîlê serokek tê serdana Tirkiyeyê.
AA