Serokkomarê Tûnisê Sibsî wefat kir

Serokkomarê Tûnisê Bacî Qaîd es-Sibsî li Tûnisê li nexweşxaneya lê tedawî dibû wefat kir

Serokkomarê Tûnisê Sibsî wefat kir

Serokkomarê Tûnisê Bacî Qaîd es-Sibsî (93) li paytext Tûnisê li nexweşxaneya ku lê tedawî dibû mir.

Di daxuyaniya nivîskî ya Serokomariyê da hat gotin Sibsî şev nexweş ketiye, ji ber ku rewşa wî giran bûye ew rakirine nexweşxaneyê.

Hat gotin Sibsî li nexweşxaneyê wefat kiriye.

Di nav mehekî da Sibsî sê caran rakirin nexweşxaneyê.

- Siyasetmedarekî ku bû şahidê her dewra Tûnisê

Sibsî di sala 1926an da li bajaroka Sîdî Busaîdê ya li ser paytext Tûnisê hat dinyayê.

Dema welatê wî di bin dagirkeriya Fransayê da bû Sibsî dest bi siyasetê kir û di nav tevgera serxwebûnê ya li Tûnisê da cih girt.

Piştî perwerdeya hiqûqê ya li Fransayê di sala 1952an da li Baroya Tûnisê dest bi parêzeriyê kir.

Di sala 1956an da dema Tûnis ji dagirkeriya Fransayê rizgar bû Sibsî li Wezareta Karên Navxweyî (1965-1969), Wezareta Parastinê (1969-70) û Balyozxaneya Parîsê xebitî.

Demekê dev ji siyasetê berda û di navbera salên 1981-1986an da dîsa vegeriya siyasetê û bû Wezîrê Karên Derva.

Di navbera salên 1990-1991an da Serokatiya Meclisê kir.

Piştî pêvajoya "Bihara Ereban" a di sala 2011an da li Tûnisê çêbû Sîbsî di navbera 27ê Sibatê û 24ê Çileya Pêşîn a 2011an bû Serokwezîrê berwext ê welêt û paşê Partiya Nîda Tûnisê ava kir.

Di sala 2014an da ji bo serokkomariyê bû namzed û bi 87 parlamenteran va partiya wî di hilbijartinan da bû yekemîn.

Di tura duyemîn a hilbijartinên serokkomariyê da bû serokkomarê ewil ê ji hêla gel va hatiye hilbijartin.

AA

Dîroka nûkirinê: 25 Tîrmeh 2019, 15:49
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE