Serokkomarên Îran û Fransayê li ser peymana nukleerê axivîn

Serokkomarên Îran û Fransayê li ser peymana nukleerê axivîn
Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî û Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron bi têlefonê axivîn.
Li gorî daxuyaniya Serokkomariya Îranê, Reîsî û Macron li ser mizakereyên nukleerê, peywendiyên dualî, geşedanên herêmî, şerê Yemenê û rewşa Libnanê sekinîn.
Di peywendiyê da Reîsî wiha got, "Îranê di pêvajoya mizakereyê da cidiyet û îradeya xwe îsbat kir. Gavên ku dê aliyê hember biavêje divê bidawîbûna ambargoyê, piştratkirin û garantîkirina vê jî bihewîne."
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin, Macron der heqê peymana Nukleerê da wiha got, "Îran di mijara bawernebûna bi Amerîkayê da mafdar e û Washingtonê gavên bipirsgirêk avêtin."
AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE