Serokên dewlet û hikûmetên welatên endamên NATOyê li paytextê Îspanyayê Madrîdê dest bi rûniştinên zîrweyê kirin.
Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg di rûniştina ewil a li ser Ukraynayê da axivî û diyar kir ku di dinyayeke milmilanexwaz a ku rejimên otorîter ên wekî Rûsya û Çînê li dijî pergala rêgezan derdikevin da ji bo xurtkirina NATOyê dê biryarên girîng bên sitandin.
Stoltenberg da bibîrxistin ku halê nû yê belgeya Konsepta Stratejîk a rêbernameya îtifaqê were pejirandin, îtifaq dê bê xurtkirin û her wisa bi vexwendina Swêd û Fînlandiyayê va ew yek dê were nîşandan ku deriyên NATOyê vekirî ne.
Stoltenberg her wisa got ku Serokê Dewleta Ukraynayê Volodîmîr Zelenskiy dê xîtabî serokan bike û her wisa ji bo Ukraynayê dê pakêteke piştgiriyê ya berfireh were qebûlkirin.
Serokwezîrê Îspanyayê Pedro Sanchez ê malîvanê zîrweyê jî di axaftina xwe da wiha got, "Biryarên ku dê em ê werbigirin dê kapasîteya me ya 10 salên din û emilandina çavkaniyên me diyar bike. Dinya li me temaşe dike. Em ê tevî yekîtiya xwe wê yekê nîşan bidin ku em dikarin hêviyan bînin cih."
AA