Serokên YEyê wê peyamê bidin ku mizakereyên ticarî yên bi Türkiyeyê ra xurt bikin

Serokên welatên endamê Yekîtiya Ewropayê (YE) xwe amade dikin peyama "ji bo bi Türkiyeyê ra têkiliyên bazirganiyê zêde bikin amade ne" bidin.

Reutersa ajansa xeberan li gor pêşnûmaya danezana encamê ya Lûtkeya Serokê YEyê nûçeyek amade kir û di nûçeyê da hat gotin dixebitin ku "ji bo rojnekirina Yekîtiya Gumrikê ya bi Türkiyeyê ra" ew ê rayeya mizakereyê bidin Komisyona YEyê.

Bi vî awayî Yekîtiya Gumrikê ew ê were berfirehkirin ku xizmet, kirînên dewletê û dexl û denê cotkariyê jî tev bibe.

Serok ew ê balê bikişînin ku piştgiriya malî ji berê zêdetir bidin Türkiyeya ji welatiyên Sûriyeyê ra malxweyîtiyê dike.

Wekî mayîn di navbera YEyê û Türkiyeyê da temasên dîplomatîk û civînên asta bilind ew ê werin zêdekirin.

Ew ê wisa bikin ku di van qadan da pêş bikevin, rêzê nîşanî mafên mirovan bidin, Türkiye di mijarên Qibrîs û Behra Sipî ya Rojhilat da rûnerm tevbigere.

Heke "çalakiyên yekalî û provokasyonên teze" derkevin holê jî ew ê tevdîrên astengan werin rojevê.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE