Serokomarê Maliyê Keîtayê ku bi hewla derbeya eskerî hat desteserkirin

"Ez ji bo mayîna li ser îqtidarê naxwazim xwîn birije"

Serokomarê Maliyê Keîtayê ku bi hewla derbeya eskerî hat desteserkirin

Serokomarê Maliyê Îbrahîm Boubacar Keîtayê ku bi hewla derbeya eskerî hat desteserkirin, daxuyand ku îstifa kiriye.

Komek eskeran êvarê Keîta ji mala wî hilda û bir garnîzona Katiyê ku 15 kîlomêtre dûrî paytext Bamakoyê ye. Keîta di têlevîzyona dewletê da axaftineke kin kir.

Keîta diyar kir ku ew di serastkirina artêşê da bi ser neket û ew ji bo kesên ku di xwepêşandanên 10-12ê tîrmehê da mirin jî poşman e.

Keîta diyar kir ku wî meclis û hikûmet jî fesx kir û wiha axivî, "Ez ji bo mayîna li ser îqtidarê naxwazim xwîn birije."

Du sibê li baregeha eskerî ya li Katiyê çûyîn û hatin çêbûbû û wesayîtên eskerî ji wir çûbûn paytextê.

Artêş bûbû 2 koman, digel eskerên îsyankar, eskerên ku bi fermana Keîta hereket dikirin jî hebûn.

Hatibû ragihandin ku Serokê Meclisê Moussa Timbine, Wezîrê Aborî û Fînansê Abdoulaye Daffe û Wezîrê Karên Derva Tieble Drame hatin desteserkirin.

Komek eskeran duh piştî nîvro Keîta desteser kiribû û biribû baregeha Katiyê. 

Li welêt ji meha gulanê vir va di navbera komên mixalif û hikûmetê da qayîşkêşiyeke mezin hebû.

- Krîza siyasî ya li Maliyê

Li welêt ji gulanê vir va dijî Keîta xwepêşandan tên lidarxistin. Di adar û nîsanê da hilbijartina giştî di 2 tûran da hat kirin û Mehkemeya Qanûna Bingehîn wexta ku encamên fermî yên hilbijartinê eşkere kir, navê 31 parlamenterên ku li gor encamê nefermî nehatine hilbijartin jî eşkere kir û vê yek ê yekcar agirê xwepêşandinên dijî Keîta gur kiribû. 

Platforma M5 RFPyê ku Serokê Konseya Îslamê ya Payebilind a berê (HCIM) Îmam Dicko serkêşiya wê dike û bi destê partiyên siyasî yên mixalif û gelek rêxistinên civaka sivîl hatin avakirin, di 5 û 19ê hezîranê da bi beşdariya sed hezaran kesî va xwepêşandaneke protestoyê ya berfireh hatibû kirin.

Piştî ku Keîta gotibû ku ew ê îstifa neke, platforma M5 RFPyê banga "xwepêşandin û bêîtaetiya sivîl" kiribû.

Di 10ê tîrmehê da protestoyan dest pê kiribû û xwepêşandêran avahiya radyo û têlevîzyonê ya neteweyî dagir kiribû, rêyên mezin ên bajêr girtibûn, di bûyeran da 11 kes hatibûn kuştin, herî kêm 124 kes birîndar bûbûn.

Keîta ji bo ku tansiyonê bixe Mehkemeya Qanûna Bingehîn fesx kiribû.

- ECOWAS bi awayekî acil civiyabû

Serokên welatên ku endamê Civaka Aboriyê ya Dewletên Afrîkaya Rojava (ECOWAS) ne, ji bo ku ji krîza siyasî ya Maliyê ra çareseriyê bibînin, di 28ê tîrmehê da bi awayekî acil bi rêya vîdeo konferansê civiyabûn.

Di civînê da hatibû gotin ku divê Serokê Meclisê jî di nav da divê 31 parlamenterên ku nîqaş li ser heye demildest îstifa bikin, li gor qanûna bingehîn a Maliyê Mehkemeya Qanûna Bingehîn demildest cardin were verastkirin.

Li ser vê biryarê di 8ê tebaxê da Serokomar Keîta biryarname îmze kir û bi biryarnameyê va ji Mehkemeya Qanûna Bingehîn ra 9 endam tayîn kiribû û endaman 2 roj şûnda sond xwaribû.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE