Serokomarê nû yê Îranê Reîsi mezbateya xwe ji Hamaney hilda

Di merasimê da Wezîrê Karên Navxweyî Avdirriza Rahmanî Fazli piştî ku rapora der barê hilbijartinên serokomariyê yên heyama 13mîn pêşker kir Hamaney jî serokomariya Reîsî pesend kir û mezbatayê teslîmî wî kir.

Serokomarê nû yê Îranê Reîsi mezbateya xwe ji Hamaney hilda

Li Îranê di hilbijartina serokomariyê ya ku 18ê Hezîranê hat kirin da ji namzedan Îbrahîm Reîsiyê kevneparêz biserket û wî mezbateya xwe ji lîderê welêt Elî Hamaney hilda.

Li Tehranê di merasima mezbatayê ya li Hiseyniyeya Îmam Hiseynî hat kirin da tevlî Hamaney Serokomarê 7emîn ê Îranê Hesen Rûhanî, Serokê Meclisê Mihemed Baqir Kalîbaf, Serokê Erka Darazê Gulamhiseyîn Muhsîn Ejeî û rêvebirên payebilind ên din jî cî girtin.

Di merasimê da Wezîrê Karên Navxweyî Avdirriza Rahmanî Fazli piştî ku rapora der barê hilbijartinên serokomariyê yên heyama 13mîn pêşker kir Hamaney jî serokomariya Reîsî pesend kir û mezbatayê teslîmî wî kir.

Hamaney di metna pesendkirina serokomar da got ku wî rayên gelê Îranê dane Seyîd Îbrahîm Reîsî pesend kir û ew wek Serokomarê Komara Îslamî ya Îranê jî tayîn kir.

Reîsî heta 4 salan wê li ser wezîfeyê be.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE