Serokomarê nû yê Somaliyê Hesen Şêx Mehmûd e

Ji Türkiyeyê bo Serokomarê nû yê Somaliyê Mehmûd peyama pîrozbahiyê

Serokomarê nû yê Somaliyê Hesen Şêx Mehmûd e

Wezareta Karên Derva ragihand, ew kêfxweş in ku hilbijartina serokomariyê ya ku li Somaliyê hat kirin, bi awayekî serkeftî bi dawî bû.

Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Karên Derva da ji bo Hesen Şêx Mehmûdê ku di hilbijartina serokomariyê ya ku li Somaliyê hat kirin da bi serket, daxwaza serkeftinê hat kirin.

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin, ew kêfxweş in ku hilbijartin bi awayekî serkeftî bi dawî bûn û wiha hat gotin, "Em girîngiyeke mezin didin ewlekarî û îstiqrara Somaliya ku peywendiyên me yên dîrokî hene û her wiha em hêvî dikin, encamên hilbijartinê ji bo gelê Somaliyê yê dost û bira bi xêr û xweşî be."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE