Serokomarê Îranê sazîbûna teşkîlata NYê rexne kir

Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî sazîbûna Neteweyên Yekbûyî (NY) rexne kir û got: "Çeka kê serdest be, ji bo kuştin û serobinkirinê xurt be ew xwedî vetoyê ye. Ev pergala piştî Şerê Cîhanê yê 2yemîn bû." 

Serokomarê Îranê sazîbûna teşkîlata NYê rexne kir

Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî sazîbûna Neteweyên Yekbûyî (NY) rexne kir û got: "Çeka kê serdest be, ji bo kuştin û serobinkirinê xurt be ew xwedî vetoyê ye. Ev pergala piştî Şerê Cîhanê yê 2yemîn bû." 

Rûhanî li paytext Tehranê di Konferansa Wehdetê ya 32yemîn a ji welatên Îslamê siyasetmedar, alim û mele beşdar bûn da axivî û sazîbûna NYê rexne kir.

Serokomarê Îranê destnîşan kir ku ew şer û gelemşeya ya niha di navbera wan Amerîka û welatên Rojavayê da diqewime ji ber axatî û xulamtiyê ye û wiha pê da çû: "Ew azadiyê bi tenê ji bo xwe dixwazin û ji bo yên din jî xulamtiyê maqûl dibînin. Amerîka dixwaze herkes bila wekî Amerîkayê bifikire û rêzê nîşan bide. Sedema sereke ya di navbera me û Amerîka û welatên rojava da jî ev e. Ew wisa bawer dikin ku mezinbûn û serdestbûn girêdayî hêz û qewetê ye lê em jî wisa bawer dikin ku di bingeha vê da wekhevî û edalet û rêzgirtina li hemberî heqên neteweyên din heye û em vê diparêzin."

Di axaftina xwe da Rûhanî destnîşan kir ku NY piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn bi hêza eskerî va hat damezrandin û wiha dewam kir: "Hêza kê ya eskerî zêde be ew bûye xwedî gotin û heqê vetoyê bidestxistiye. Welatên dinyayê ji bo van 5 welatên hanê heqê vetoyê dan yan wan ev yek bi civakê da qebûlkirin?"

Rûhanî ji bo gelê Erebistana Siûdî jî peyam da û got ku ew Misilmanên li Mekke û Medîneyê ji bo xwe weke xwîşk û bira dihesibînin, ji bo parastina berjewendiyên wan jî li hemberî terorîzm, hêzên mezin û neyarên herêmî jî amade ne ku wan biparêzin.AA

Dîroka nûkirinê: 24 Mijdar 2018, 17:07
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE