Serokomarê Tunisê: "nûkirîna kabîneyê ne li gor rêbazên qanûna bingehîn e"

Serokomarê Tunisê daxuyand nûkirîna kabîneyê ne li gor rêbazên qanûna bingehîn e

Serokomarê Tunisê: "nûkirîna kabîneyê ne li gor rêbazên qanûna bingehîn e"

Serokê Tunisê Qeys Seîd daxuyand nûkirina kabîneyê ya ku Serokwezîr Hîşam El çêkiribû ne li gor rêbazên qanûna bîngehîn e.

Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Tunisê li Qesra Kartacayê civiya.

Serokomar Seîd, Serokwezîr Meşîşî, Serokê Meclisê Raşîd el-Gannuşî û gelek wezîr beşdarî civînê bûn.

Piştî civînê Serokomar Seîd li ser Facebookê daxuyaniyek da û got di civîna Konseya Ewlehiya Neteweyî da hat tespîtkirin guherîna kabîneyê ji ber ku bi lijneya wezîran va nehatiye îstişarekirin û ne li gor madeya 92yemîn e, ne li gor rêbazên qanûna bîngehîn e.

Seîd got der barê hin kesên hatine pêşniyazkirin da doz hatine vekirin, di rewşeke wiha da ne mumkin e ku ew sond bixwin û dest bi wezîfeyê bikin.

Ji bilî vê Seîd got di kabîneyê da jin tune ne ku ew ji ber vê jî aciz e.

Ji hêla din di Lijneya Wezîran a ku Meşîşî serokatî kir da biryar hat dayîn ku navê du wezaretan biguhere û du wezaretên nû ava bibin.

Meşîşî di 16ê Çileya Paşîn da daxuyandibû ji 25 wezîran 11 wezîr di kabîneyê da hatin guhertin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE