Serokwezirê Filistînê bertek nîşanî biryara Amerîkayê da

Serokwezîrê Filistînê Muhammed Iştiyye: "Amerîka li Îsraîlê di mijareke girîng da bû teref. Ev dijî rêgez û prensîbên qanûnên navneteweyî ye''

Serokwezirê Filistînê bertek nîşanî biryara Amerîkayê da

Serokwezîrê Filistînê Muhammed Iştiyye bertek nîşanî biryara Amerîkayê ya ku 'ew êdî cîwarbûna cihûyan a li Şerîeya Rojava ya dagirkirî, nemeşrû nabînin" da.

Serokwezîrê Filistînê Muhammed Iştiyye daxuyani da WAFAya ajansa nûçeyan a Filistînê ya fermî û wiha got:

"Amerîka li Îsraîlê di mijareke girîng da bû teref. Ev dijî rêgez û prensîbên qanûnên navneteweyî ye. Amerîka bi vê biryarê dixwaze di hilbijartinên Îsraîlê da piştgiriyê bide Binyamîn Netanyahu. Ji ber vê ev biryar hat dayîn."

Iştiyye got ku daxuyaniya Mîke Pompeoyê Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê carek din nîşan da ku Amerîka qanûnên navneteweyî biçûk dibîne û guhdar nake.

Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Mike Pompeo ragihandibû ku cîwarbûna Cihûyan a li Şerîeya Rojava ya dagirkirî, êdî ew nemeşrû nabînin. Iştiyye ji bo ku bertek nîşan bidin bangî civata navneteweyî kir.

Li Şerîeya Rojava ya ku ji aliyê Îsraîlê va di sala 1967an da hat dagirkirin, qedera 250 cîwarbûnên Cihûyan ên dereqanûnî hene. Li van deran zêdetirî 400 hezarî Cihûyên cîwarbûyî dimînin.

Li gorî hiqûqa navneteweyî, hemû cîwarbûnên Cihûyan ên li ser xaka dagirkirî wekî dereqanûnî tên qebûlkirin.

AA

Dîroka nûkirinê: 21 Mijdar 2019, 17:20
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE