Serokwezîrê Ermenistanê Paşînyan dîsa di parastina dagiriyê da zehmetî kişand

Serokwezîrê Ermenistanê Paşînyan dîsa di parastina dagiriyê da zehmetî kişand

Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan careke din di parastina dagiriya Ermeniyan a li Qerebaxa Çiyayî da zehmetî kişand.

Di hevpeyvîna ku da BBCyê da ji Paşînyan li gor hiqûqa navneteweyî dagiriya dereqanûnî ya Ermenistanê ya ku ji 25 salan zêdetir e li Qerebaxa Çiyayî û herêmên hawirdor dewam dike hat pirsîn.

Paşînyan got ku "Rewş wiha nîne. Ev tê çi wateyê?" Li ser vê nûçegihanê BBCyê Jonah Fîsher biryarên NYyê bi bîr xist û got ku gotina "Qerebax axa Ermeniyan e" tenê îdiayeke dîrokî ye û hember hiqûqa navneteweyî du muteberiya wê tune.

Paşînyan jî got ku "Xemgîn im lê hiqûqeke navneteweyî ya wekî ku hûn behs dikin tune. Herkes ji biryarên Lijneya Giştî ya NYyê hin tiştan neqil dike. Mixabin ku kêm kes van dixwînin. Behs nake ku Ermenistan cihekî dagir kiriye. Tiştekî wisa tune."

Nûçegihanê BBCyê gotina Serokwezîrê Ermenistanê birî û destnîşan kir ku di biryaran da nivîsandiye ku "Qerebaxa Çiyayî ya Azerbeycanê ye."

Paşînyan li ser vê mijar guhert û îdia kir ku Ermeniyên li Qerebaxa Çiyayî bi tehdîdeke hebûn û nebûnê ra rû bi rû ne.

Serokwezîrê Ermenistanê dîsa di hevpeyvîna ku di tebaxê da dabû BBCyê da rastî pirsên heman rengî hatibû û dema bersiv dida zehmetî kişandibû.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE