Serokwezîrê Ermenistanê Paşînyan: "Ji bilî îmzekirina danezanê tu çareyeke min ya din tunebû"

Paşînyan destnîşan kir piştî ku rewş çêtir bibe ew ê bi raya giştî ra agahiyan parve bike û wiha domand: "Ev biryara ku min da li gor analîzên bi hûrgilî û nirxandina kesên der barê rewşa eskerî ya li meydanê da xwedî agahî ne hat dayîn. Ji bilî îmzekirina danezanê tu çareyeke min ya din tunebû."

Serokwezîrê Ermenistanê Paşînyan: "Ji bilî îmzekirina danezanê tu çareyeke min ya din tunebû"

 Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan ji bo peymana dawî li dagirkeriya Qerebaxa Çiyayî anî got ku ji ber rewşa eskerî ya li meydanê ji bilî îmzekirina danezanê tu çareyeke min ya din tunebû.

Ermenistana ku Qerebaxa Çiyayî dagir kiribû li hemberî Azerbeycanê têkçûn qebûl kir û li ser vê jî Paşînyan ji ser Facebookê di weşana zindî da daxuyanî da.

Ji bo protestoyên ku gel li hemberî wî organîze kir jî got: "Hemû kesên gel sor kirin wê bên darizandin."

Paşînyan destnîşan kir piştî ku rewş çêtir bibe ew ê bi raya giştî ra agahiyan parve bike û wiha domand: "Ev biryara ku min da li gor analîzên bi hûrgilî û nirxandina kesên der barê rewşa eskerî ya li meydanê da xwedî agahî ne hat dayîn. Ji bilî îmzekirina danezanê tu çareyeke min ya din tunebû."

Ji bilî vê Rewan di serî da li Ermenistanê çalakiyên protestoyê yên dijî Paşînyan dewam dikin û xwepêşandêrên berê ketibûn avahiya hikûmetê ketin parlementoyê jî û dirûşmeyên dijî Paşînyan berz kirin.

Di parlementoyê da hin xwepêşandêrên ku derketin ser kursî ji bo domandina şer û pevçûnên li Qerebaxê bang kirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE