Serokwezîrê Filistînê îstifa kir

Di daxuyaniyê de hat gotin ku Hamdallah hêvî dike îstişareyên ku ji bo avakirina hikûmeta nû tên kirin demildest bigihêjin encamê.

Serokwezîrê Filistînê îstifa kir

Piştî ku Komîteya Navendî ya Tevgera Fetîhê biraya tewsiyeyê ya ji bo avakirina hikûmeta nû da Serokwezîrê Filistînê Ramî el-Hamdallah îstifaya xwe pêşkêşî Serokdewlet Mehmûd Ebas kir.

Piştî civîna asayî ya heftane ya hikûmeta Filistînê daxuyaniyeke nivîskî hat dayîn û hat diyarkirin ku Serokwezîr Hamdallah îstifaya xwe pêşkêş kir, heta ku hikûmeta nû bê avakirin dê hikûmeta berdest di birêvebiriyê de bimîne.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku Hamdallah hêvî dike îstişareyên ku ji bo avakirina hikûmeta nû tên kirin demildest bigihêjin encamê.

Piştî civîna Komîteya Navendî ya ku roja yekşemê li Ramallaha Şerîeya Rojava ya dagirkirî bi serokatiya Serokdewlet Mehmûd Ebas hat kirin daxuyaniyeke nivîskî hatibû dayîn û hatibû gotin ku ji bo avakirina hikûmeteke nû û di heman demê de ji bo ku bi komên bin banê Rêxistina Rizgariya Filistînê (RRF) re di vê mijarê de îstişare bê kirin komîteyek bê avakirin biryara tewsiyeyê hat sitandin.

RRF ji aliyê Yekîtiya Ereban û Neteweyên Yekbûyî (NY) ve wekî tekane nûnerê meşrû tê qebûlkirin. Di bin banê RRFyê de digel Fetîh û Eniya Rizgariya Gelê Filistînê (ERGF) Eniya Rizgariya Filistînê, Eniya Rizgariya Ereban û Partiya Gel a Filistînê cî digirin.

Ji sala 2007an vir ve ya ku Hemas hat birêvebiriya Xezeyê li axa Filistînê parçebûn heye. Herî dawî di çarçoveya mizakereyên li Qahireya paytextê Misrê de di 12ê cotmeha 2017an de "peymana lihevkirinê" ya ku parçebûna Filistînê xilas dike hatibû îmzekirin.

Dîroka nûkirinê: 29 Çile 2019, 17:32
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE