Serokwezîrê Gurcistanê Gakharîa îstifa kir

Serokwezîrê Gurcistanê Gîorgî Gakharîa îstifa kir.

Serokwezîrê Gurcistanê Gakharîa îstifa kir

Gakharîa li Tiflîsê daxuyanî da rojnamevanan û got ji ber biryara girtina Serokê Hereketa Neteweyî ya Yekbûyî Nîka Melîa di navbera wî û ekîba wî da ji hêla fikrî va dubendî çêbûye û ew ji ber vê mijarê îstifa dike.

Gakharîa biryara girtina Melîa yê ji partiya muxalefetê ye rexne kir û got jixwe niha rageşiya siyasî li welêt heye, piştî vê biryarî rageşî wê zêdetir be.

Piştî îstifaya Gakharîa Wezareta Karên Navxweyî daxuyand ku biryara girtina Melîa ji bo demekê hatiye taloqkirin.

Mehkemeya Bajêr a Tiflîsê duh biryar dabû ku Melîa bê girtin, partiyên muxalefetê bertek nîşanî vê biryarê dabûn.

Li gor qanûna bingehîn ya Gurcistanê Partiya Xeyalî ya Gurcî ya desthilat e di nav hefteyekê da divê namzedê serokomar û lîsteya kabîneya nû pêşkeşî Serokomar Salome Zurabîşvîlî bike.

- Sûcên ku Melîa pê tê tawanbarkirin

Li Gurcistanê di 20ê Heîzrana 2019an da Civîna Asambleya Giştî ya Di Navbera Parlamentoyan da ya Ortodoksan a 26emîn çêbûbû. Parlamenterê Dumasa Dewleta Rûsyayê û endamê Partiya Komînîst a Ûris Sergeî Gavrîlov li qoltixa serok rûniştibû û ev tevger ji hêla bi hezaran kesî va hatibû protestokirin.

Melîa ji ber ku xwepêşandêran sor kiriye ku ew protestoyan bikin hatibû sûcdarkirin û hatibû binçavkirin

Piştî demekê Melîa bi kefaletê hatibû berdan lê ji ber ku pereyê kefaletê nedabû dîsa hatibû binçavkirin.

Li ser daxwaza Serdozgeriya Gurcistanê duh di parlamentoyê da Partiya Xeyalî ya Gurcî ya desthilat e ray dabû ku parlamenteriya Melîa bê betalkirin. 

Mehkemeya Bajêr a Tiflîsê jî duh biryar dabû ku Melîa bê girtin, lê ew teslîmî polêsan nebû.

Melîa civîneke hevpar li dar xistibû û gotibû ew biryara mehkemeyê qebûl nake û ewê teslîm nebe.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE